FEDA: Em bi şev û roj bixebitin, di 28'ê Gulanê de bi ser bikevin
FEDA: Ji bo hilbijartinên Serokkomariyê ku wê 28'ê Gulanê dubare bibe, divê em motîve bibin û bi dirûşma serketinê xwe amade bikin. Bi şev û roj divê em ji bo serketinê bixebitin.
FEDA: Ji bo hilbijartinên Serokkomariyê ku wê 28'ê Gulanê dubare bibe, divê em motîve bibin û bi dirûşma serketinê xwe amade bikin. Bi şev û roj divê em ji bo serketinê bixebitin.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) têkildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dîktatoriya yek şexsî xwe spart her cûre rêbaz û amûrên zordariyê yên dewletê, lê tevî vê yekê jî gelên me bi rêjeyeke di ser ji sedî 50'î re li ber Erdogan rabûn. Divê em bi vê rastiyê ji bo hilbijartinên serokkomariyê xwe motîve bikin ku wê 28'ê Gulanê dubare bibe û bi vê dirûşmê bi ser bikevin."
'EGER HÊZA RÊXISTINÎ BÊ BIKARANÎN EM Ê BI SER BIKEVIN'
Di daxuyaniya FEDA'yê de hate gotin, "Di hilbijartinên 14'ê Gulanê de 8 milyon mirovan dengê xwe nedan, zêdeyî milyonek deng derbasdar nehatin hesibandin, bi milyonan deng hatin dizîn, lewma divê em bêmoraliya ji ber hilbijartinên 14'ê Gulanê rû dan, li pey xwe bihêlin.
Em bêçare nînin. Em li wî aliyê berxwedana dîrokî ne ku zanin ji xweliyên xwe ji nû ve bê afirandin. Em Kurd û Elewî ku nûnerên vê xetê ne, eger hêza xwe ya rêxistinbûyî bixin nava liv û tevgerê em ê bi ser bikevin. Bêyî ku moral û motîvasyona xwe xera bikin, divê em li cihê mayî dewam bikin." FEDA'yê bang kir ku di hilbijartinê de deng ji Kiliçdaroglû re bê dayin.